Elawî daxwaza dubarekirina hilbijartinan dike

Elawî: Ew saxtekariyên bi riya bidestjimartina dengan li Kerkûkê eşkere bûn, diyar dikin ku hilbijartinên roja 12/5/2018an, li dijî gelê Iraqê henekpêkirin û tawan bû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya Niştmanî Iyad Elawî ragihand, ku ew saxtekariyên bi riya bidestjimartina dengan li Kerkûkê eşkere bûn, diyar dikin ku hilbijartinên roja 12/5/2018an, li dijî gelê Iraqê henekpêkirin û tawan bû.

Elawî di daxuyaniyekê de diyar kir, ku rêjeya saxtekariyan li hin navendên parêzgeha Kerkûkê gihiştiye 50% û got: Ji bo rêz li îrada gel bê girtin, pêwîst e desthilata dadwerî pêbendî yasaya sêyem a hilbijartinan be û bê cudahî dengên tevahiya parêzgehên Iraqê bi dest bijmêre.

Navhatî hişyarî da û got: Karkirin berûvajî yasayê, wê piroseya siyasî û ew piçika baweriyê ku li cem Iraqiyan û civaka navdewletî bi piroseya siyasî maye, pûç bike, lewra pêwîst e hilbijartin bên dubarekirin, tevî ku hin alî û hin welat bizavan dikin ku perdeyekî li ser tawanên saxtekariyê deynin û dixwazin Hikûmeta nû li ser bingeha wan hilbijartinan pêk bînin ku bingeha wê li ser saxtekariyê û xapandinê hatiye avakirin".

N.O