Hikûmeta Tirkiyê 9 bergumanên PKKê desteser kir

Li bajarên Riha û Wanê yên Bakurê Kurdistanê, 9 bergumanên Partiya Karkirên Kurdistanê hatin girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li bajarên Riha û Wanê yên Bakurê Kurdistanê, 9 bergumanên Partiya Karkirên Kurdistanê hatin girtin.

Polîsên dijîterorê yên Rihayê bi tometa ku bi riya torên pêwendiya civakî bangeşe ji PKKê re kirine û bêrêzî li Serokê Tirkiyê (Recep Tayîp Erdogan) kirine, 8 kes desteser kirin.

Herwiha li bajarê Wanê jî, li dijî PKKê operasyon birêve çû. Parêzgeriya Wanê ragihand, ku li gundewarê bajarokê Erdîşê, gerîlayekî PKKê bi çek û teqemeniyên xwe ve hatiye girtin.

N.O