Erdogan 7 biryarnameyên nû derxistin
Serokomariya Tirkiyê 7 biryarnameyên nû weşand û zavayê Erdoganî Berat Albayrak bû endamê Lijneya Leşkerî ya Bilind
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomariya Tirkiyê 7 biryarnameyên nû weşand û zavayê Erdoganî Berat Albayrak bû endamê Lijneya Leşkerî ya Bilind.
Îro di rojnameya fermî ya hikûmeta Tirkiyeyê de 7 biryarnameyên nû yên Serokomartiya Tirkiyê belav bûn. Biryarnameyên nû di derbarê rêvebiririna dam û dezgehên wekî Lijneya Ewlekariya Netewî, Lijneya Çavderiya Dewletê, Lijneya Leşkerî ya Bilind û Bizişkiya Dad de ye û Zavayê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî, Berat Albayrak jî, ji xeynî wezîrbûna xwe posteke din jî wergirt û bû endamê Lijneya Leşkerî yê Bilind.
C.B