Idlib di navbeyna Rûsya û Tirkiye de dibe pirsgirêk
Medya Tirkiye radighîne ku, liser Operasyona Deraa û planên Operasyona Idlibê, Erdogan bala Putin kişandiye: “Operasyona Deraa Tirkiye dilgiran kiriye û ger Operasyon ber bi Idlibê ve berdewam bike, dê proseya Astana biqede”
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor medya Tirkiyê di axaftina telefonî ya di navbeyna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan de, pêwendiyên her du welatan û krîza Suriye hatiye rojevê.
Medya Tirkiye radighîne ku, liser Operasyona Deraa û planên Operasyona Idlibê, Erdogan bala Putin kişandiye: “Operasyona Deraa Tirkiye dilgiran kiriye û ger Operasyon ber bi Idlibê ve berdewam bike, dê proseya Astana biqede”.
Her dû Serokdewletan herweha piştgiriya xwe jib o yekparçeyiya Sûriyê diyar kirin e û çareseriya siyasî wekî baştirîn bijarde destnîşan kirin e.
Ligor medya Îranî û Tirkî, di demek nêzîk de, Serokên her sê dewletan – Rûsya, Îran û Tirkiye li paytexta Îranê Tehranê lidar dixin.
C.B