Îran yedekê Uranium duqat zêde dike

Elî Ekber Salihî: Ew Uraniuma ku me kirrî ye, armanca demdirêj a Îranê ji bo bikarxistina 190 hezar amêrên tovkirina Uraniumê di demeke nêzîk de bicî dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Ajansa Etomî ya Îranê ragihand, ku yedekê Uraniumê li cem welatê wî, ji bo 950 tonan hatiye zêdekirin û niha ew gellekî nêzîkî bicîkirina armancên xwe bûne.

Li gorî medya Amerîkî, serokê Rêxistina Enerciya Etomî ya Îranê (Elî Ekber Salihî), di daxuyaniyekê de ji bo televizyona fermî ya Îranê, eşkere kiriye, ku welatê wî ji sala 2015an ve û heya niha, 400 ton Uranium ji welatên Rojava hawirdekiriye û bi vê yekê, yedekê Uraniuma Îranê ji bo 950 tonan bilind bûye.

Salihî diyar kir, ew Uraniuma ku wan kirrî ye, armanca demdirêj a Îranê ji bo bikarxistina 190 hezar amêrên tovkirina Uraniumê di demeke nêzîk de bicî dike.

Ev daxuyaniyên Îranê di demekê de ne, ku Amerîka bi awayekî çalak bizavan dike, daku careke din sizayan li ser Îranê bisepîne.

N.O