Perwîn Îbrahîm careke din li Qamişlo hate girtin
Asayişa Qamişlo Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avakirin û Guhartinê Perwîn Îbrahîm careke din desteser kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Qamişlo Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avakirin û Guhartinê Perwîn Îbrahîm careke din desteser kir.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, hêzên asayişê Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avakirin û Guhartinê Perwîn Îbrahîm careke din bajarê Qamişlo desteser kirin.
Duhî jî Perwîn Îbrahîm ji aliyê asayişa Qamişlo ve hatibû desteserkirin û piştî çend demjimêran hatibû serbest berdan.
Piştî girtina cara yekem, Perwîn Îbrahîm ji medyayê re ragihandibû ku girtina wê ji bo girênedana kongerya Sûrî – Sûrî li Qamişlo bû, ku li ser vexandina partiyê wê dê birêve biçe.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, biryar e sibe kongreya danûstandinên Sûrî – Sûrî di bin navnîşana “Bi hev re ji bo Sûriyê” li çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo birêve biçe û ji bo beşdariya di kongir de, hejmarek ji berpirsên rêjîma Sûriyê ji Şamê gihîştine Qamişlo.
Her li gor zanyariyên peyamnêrê me, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdariya di kongreyê de baykot kirine.
S. B