Perwîn Îbrahîm careke din li Qamişlo hate girtin

Asayişa Qamişlo Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avakirin û Guhartinê Perwîn Îbrahîm careke din desteser kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Qamişlo Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avakirin û Guhartinê Perwîn Îbrahîm careke din desteser kir.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, hêzên asayişê Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avakirin û Guhartinê Perwîn Îbrahîm careke din bajarê Qamişlo desteser kirin.

Duhî jî Perwîn Îbrahîm ji aliyê asayişa Qamişlo ve hatibû desteserkirin û piştî çend demjimêran  hatibû serbest berdan.

Piştî girtina cara yekem, Perwîn Îbrahîm ji medyayê re ragihandibû ku girtina wê ji bo girênedana kongerya Sûrî – Sûrî li Qamişlo bû, ku li ser vexandina partiyê wê dê birêve biçe.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, biryar e sibe kongreya danûstandinên Sûrî – Sûrî  di bin navnîşana “Bi hev re ji bo Sûriyê” li çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo birêve biçe û ji bo beşdariya di kongir de, hejmarek ji berpirsên rêjîma Sûriyê ji Şamê gihîştine Qamişlo.

Her li gor zanyariyên peyamnêrê me, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdariya di kongreyê de baykot kirine.

 

S. B