Dadgeha Enqerê lêpirsîn li gel Perwîn Buldan destpê kir

Ji ber ku Buldan piştevaniya wan perlemanteran kiribû, yên ku başdarî di behiya gerîlayên PKKê de kiribûn, Dadgeha Enqerê lêpirsîn li gel wê destpê kir

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku lêpirsîn li gel çar perlemanterên HDPê destpê kir, vê carê jî Dadgeha Komarî ya Enqereyê li gel hevseroka HDPê Perwîn Buldan lêpirsîn destpê kir.

Di lêpirsînê de, ji Perwîn Buldan re hat gotin, ku di çalakiyeke HDPê de, li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, wê piştgiriya xwe ji bo perlemanterên HDPê yên ku beşdarî merasîma cenazeyên gerîlayên PKKê bûne, dabû xuyakirin.

Buldan derbarê wan perlemanteran gotibû: Hevalên me çûne behyê û ev tişt di çanda me de heye. Çûna behiya kesên jiyana xwe jidest dane, erk û berpirsatiya me ya sereke ye.

Berî niha jî, dadgehê derbarê çar perlemanterên HDPê yên ku tevlî merasîma cenazeyên gerîlayên PKKê bibûn, lêpirsîn destpê kiribû.

N.O