Rosneft dest bi projeyên xwe li Herêma Kurdistanê dike

Kompanyaya Rosneft mezin berhêmnerê petrola Rûsyayê ragihand, plana wê heye ku di dawiya dala 2018an de dest bi projeyên petrolê li Herêma Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanyaya Rosneft mezin berhêmnerê petrola Rûsyayê ragihand, plana wê heye ku di dawiya dala 2018an de dest bi projeyên petrolê li Herêma Kurdistanê bike.

Li gor nûçeyeke “Reuters” Nûnerê kompanyaya Rosneftê gotiye, şandeke wê kompanyayê ligel desthilatdarên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Dihokê behsa gavên pêwîst kirine, bo bi dawiya îsal re dest bi projeyên petrolê li Herêma Kurdistanê bike.

Ev gava Rosnefê, dibe destpêka cibicîkirina rêkeftina meha Cotmeha 2017an a di navbera Herêma Kurdistanê û kompanyaya Rûsî de.

Kompanyaya Rosnefê ya Rûsî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rêkeftiye, li 5 navçeyên Herêma Kurdistanê dest bi pişknînên ceolojî bikin, heger serkeftî bû jî, sala 2021an dest bi berhemanînê dike.

Li gor zanyariyan, Rosneftê birê 400 milyon Dolar ji bo webirhênana li wan her 5 navçeyên petrolê dide. Rosneft nîvê wê birê pereyan jî ji berhema wan kêlgehan dide.

Kompanyay Rosneft pêşbînî dike, di 5 kêlgehên petrola Kurdistanê de 670 milyon bermîl hebe.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment