PDK berbijêrên xwe bo Parlemantoya Kurdistanê aşkere dike
Biryar e îro Pariya Demokrat a Kurdistanê (PDK) navên berbijêrên xwe bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê aşkere bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Pariya Demokrat a Kurdistanê (PDK) navên berbijêrên xwe bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê aşkere bike.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro PDK navên tevahiya berbijêrên xwe belav dike û zincîreya navên wan jî ji 1 ta 100 dibe.
PDK vê carê bi tenê beşdarî hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê dibe, ku biryar e di 30î Îlona bê de birêve biçe.
Ev di demekê de ye, îro dawî roja pêşkêşkirina navên berbijêran ji Komisyona Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê re ye, ta niha jî ti aliyekî navên xwe pêşkêş nekirine.
Li gor zanyariyên K24ê, ji ber derengmanîna aliyan a pêşkêşkirina navên berbijêran, reng e Komisyona Hilbijartinê dema pêşkêşkirina navan bo demeke din dirêj bike.
S. B