Brunson bimerc hate serbestberdan

Keşeyê Amerîkî Andrew Brundson, ku girtina wî li Tirkiye aloziyek mezin di pêwendiyên di navbeyna Amerika – Tirkiye de pêkanîbû, bimerc hate azadkirin û hate girtîn a “binçavkirina malê”

K24 – Navenda Nûçeyan

Keşeyê Amerîkî Andrew Brundson, ku girtina wî li Tirkiye aloziyek mezin di pêwendiyên di navbeyna Amerika – Tirkiye de pêkanîbû, bimerc hate azadkirin û hate girtîn a “binçavkirina malê”.

Brunson bi egera “bidestxistina zanyariyên veşartî yên dewleta Tirkiye, bikaranîna wan zanyariyan bi mebesta sîxûriya siyasî û serbazî, herweha suc a rêxistinî” bi daxwaza 35 salan sizayê dihate darizandin. Ligor Tirkiye, Brunson hevdîtin ligel berpirsên rêxistina Cemaeta Fethullah Gulen lidar xistibûn û bi wan re hin plan amade kiribûn.

Bi taybetî di dema dawî de, desthilata Amerikî û Serokê Amerika Donald Trump bi xwe daxwaza serbestberdana Andrew Brundon kiribûn.

Şîrovekarên Amerikî girtina Brunson, wekî biryarek siyasî, ne dadwerî binav kiribûn.

 

 

C.B