Serê Kaniyê.. 2 kes bi guleyên leşkerên Tirkiyê birîndar bûn
Artêşa Tirkiyê teqe li otombîleke bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dike û di encamê de 2 kes birîndar dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê teqe li otombîleke bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dike û di encamê de 2 kes birîndar dibin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, îro demjimêr 10:00 leşkerên Tirkiyê otomobîleke barhilgir a mirîşkan li taxa Birca Ara ya Serê Kaniyê bi guleyan armanc digirin û di encamê de 2 kesên ku di wê otombîlê de bûn birîndar bûn.
Her du kesên bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine birîndarkirin navên wan Mûsa Ubêd el-Hiro û Elî Nacî el-Elî ne û her du jî nişteciyên bajarê Hesekê ne.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, herdu birîndar destpêkê bo nexweşxaneya Roj a Serê Kaniyê hatin veguhastin û piştre bo nexweşxaneya bajarê Hesekê hatin veguhastin.
Ev ne cara yekem e ku leşkerên Tirkiyê bajarê Serê Kaniyê bi guleyan armanc digirin, berê jî çendîn welatî bi guleyên wan hatin kuştin û birêndarkirin.
S. B