Hevpeymaniya Sairûn pêkanîna Hikûmeta rizgariya niştimanî red dike
Raid Fehmî: Hikûmeta rizgariya niştimanî, bo serdema dîktatoriyê vedigere û azadiyan sînordar dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serkirde di Hevpeymaniya Sairûn de (Raid Fehmî) ragihand, pêkanîna Hikûmeta rizgariya niştimanî û rawestandina karkirinê bi destûrê metirsiyeke mezin e.
Bi gotina wî serkirdeyê Hevpeymaniya Sairûn, Hikûmeta rizgariya niştimanî, bo serdema dîktatoriyê vedigere û azadiyan sînordar dike.
Duh çend dezgehên ragihandinê belav kirin, ku balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê, kar li ser pêkanîna Hikûmeta rizgariya niştimanî dike û serokê Hevpeymaniya El-Weteniye Iyad Elawî jî piştevaniya vê yekê dike.
N.O