Erdogan ji Putin re: Pêwendiyên me hin aliyan çavsor dike

Ligor medya Tirkiye di destpêka civîna her du serokan de, Erdogan ji Putin re gotiye ku, Nêzîkahiya di navbeyna me de bi rastî jî hin alî çavsor kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di çarçoveya hevdîtina BRICS li başûrê Efrîqa ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtinek lidar xist.

Ligor medya Tirkiye di destpêka civîna her du serokan de, Erdogan ji Putin re gotiye ku, Nêzîkahiya di navbeyna me de bi rastî jî hin alî çavsor kirin e.

Rûsya û Tirkiye di dema niha de, liser Suriye Îran jî dinav de garantoriyek hevbeş pêkanîne, herweha garantoriya Civînên Astana dikin. Herweha Tirkiye ji Rûsya ji bo kirîna mûçekên S400 rêkeftin imze kiriye.

 

 

C.B