Hêmin Hewramî: Tirsa hin aliyan ji hilbijartinan heye

Serokê Lîsta PDKê bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, tirsa hin aliyan ji hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Lîsta PDKê bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, tirsa hin aliyan ji hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê heye.

Serokê Lîsta PDKê bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî beşdarî bernameya «Basî Roj” a K24ê bû û tekez kir, PDK li ser wê yekê rijd e ku hilbijartin dema xwe ya diyarkirî de birêve biçe.

Diyar kir, hin alî bi bihaneyan digirin ku pêwîst e hilbijartinên Parêzgehan û Parlemantoyê bi hev re werin kirin, yan serastkirina yasaya hilbijartinê dem pê gerek e, yan hîna hikûmeta Iraqê nehatiye pêkanîn û heger hilbijartin bê kirin, dê bandorê li ser yekrêziya Kurd li Bexdayê bike.

Serokê Lîsta PDKê bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê tekez kir jî, vê carê rêjeya dengên PDKê li Silêmaniyê zêdetir dibe.

 

S. B