Karvedanên li hember cezakirina du wezîrên Tirkiyê

Duh Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê Wezîrê Navxwe û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyî ceza kiribû. Dest danîbû ser mal û pereyên wezîran a li Amerîkayê û karê baziragniya digel wan qedexe kiribû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Duh Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê Wezîrê Navxwe û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyî ceza kiribû. Dest danîbû ser mal û pereyên wezîran a li Amerîkayê û karê baziragniya digel wan qedexe kiribû.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê biryara Amerîkayê ya cezakirina wezîrên Tirk da û got ku "Em biryara cezakirinê ya ku Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê der barê welatê me de eşkere kir bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji wezaretê hat dayîn de dan zanîn ku biryara mueyîdeyê ya derbarê Tirkiyeyê de ya ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê eşkere kir bi tundî hat protestokirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin "Biryara navborî ya ku birêz her du wezîrên me hedef digire ne li gor cidiyeta dewletê ye ne jî bi têgehên hiqûq û edaletê dikare bê îzahkirin" û wiha hat gotin:

"Ev biryara ku wekî midaxaleya bêrêz a ser pergala hiqûqa me ya dijî têkiliyên me yên bi Amerîkayê re ne û tu guman tune ku dê zirarekî mezin bide hewldanên erênî yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du welatan de tê kirin. Em bangî birêvebiriya Amerîkayê dikin ku ji vê biryara şaş paş de vegere. Bersiva helwesta êrîşkar a navborî ya ku dê xizmetê tu armancê neke bi lez dê heman awayî bê dayîn (ji bo Amerîkayê)."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Bînalî Yildirim bersiva biryara Amerîkayê ya di derbarê cezakirina 2 wezîrên Tirkiyeyê de da û got, Amerîka bêrêzî li dadgehên Tirkiyeyê dike û di derbarê Tirkiyeyê de biryarên neyasayî û keyfî dide. Ew biryara Amerîkayê bi tûndî şermezar dikin û divê Amerîka di zûtirîn dem de ji biryara xwe vegere.

  

S. B