Êzidiyên li Tirkiyê jiyana kampan red dikin

Êzîdiyên li Tirkiyê jiyana kampên penaberan a Tirkiyê red dikin û dixwazin li gundên Êzidiyan bicih bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êzîdiyên li Tirkiyê jiyana kampên penaberan a Tirkiyê red dikin û dixwazin li gundên Êzidiyan bicih bibin.

Rêveberiya Penaberan a Tirkiyê biryara girtina 5 kampên penaberan a li bajarên wekî Semsûr, Dîlok û Merdînê da. Di nava kampên ku dê werin girtin de, Êzdiyên ku ji ber êrîşên DAIŞê reviya bûn û li Kampa Êzidiyan a li Mîdyatê bicih bûbûn jî heye.

Rêveberiya Penaberan biryar da, piştî girtina kampên penaberên Iraq û Sûriyê, penaber dê li kampên din ên li bajarên wekî Riha, Kîlîs û Hatayê werin bicihkirin.

Lê Êzîdiyên kampan çûna bo kampeke din red dikin û dixwazin li gundên Êzidiyan ên li Midyatê bicih bibin û bi derfetên xwe bijîn.

Mîdyat bajarokekî girêdayî Mêrdînê ye û li wê bajarokî hejmarek berbiçav Êzîdî û Xirstiyanî ligel misilmanan dijîn. Tê pêşbînîkirin jî, Êzîdî dê li gundên Midyatê werin bicihkirin.

Beriya 4 salan DAIŞ êrîşî Şingalê û hin navçeyên din yên Kurdistanê kir û bi hezaran Kurdên Êzdî jenosayd kirin, hejmarek ji Êzidiyên Kurd li koçberî Tirkiyê bûn û li kampên Semsûr, Dîlok û Merdînê bicih bûbûn.

 

S. B