Tirkiye mal û milkên du wezîrên Amerîkayê dicemidîne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Edogan bersiva Amerîka da û got: “Heger mal û milkên wezîrên dad û navxweyî yên Amerîkayê li Tirkiyê hebin, emê wan bicemidînin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Edogan bersiva Amerîka da û got: “Heger mal û milkên wezîrên dad û navxweyî yên Amerîkayê li Tirkiyê hebin, emê wan bicemidînin.”

Li hember cezayên Amerîka li ser du wezîrên Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Partiyê û Serokê Ak Partiyê Recep Tayip Edogan li Enqerê beşdarî 5emîn Kongreya Jinan ya partiya xwe bû û tê de gotarek pêşkêş kir û got: “Ez îro fermanê didim hevalên xwe. Heger hebe em ê li Tirkiyê mal û milkên Wezîrê Derve û Dadê yên Amerîkayê bidin cemidanidin.”

Tekez kir jî, ev gavên dawiyê yên Amerîkayê yên derbarê keşeyê Amerîkî Andrew Brunson ji aliyê hevpeyemeke stratejîk nayên qebûlkirin.”

Ev daxuyaniyên Eredogan piştî wê tên, Roja çarşema bûrî 1ê Tebaxê û bi sedema desteserkirina keşeyê Amerîkî Andru Brunsin ji aliyê Tirkiyê ve, pêwendiyên Washington û Enqerê rastî aloziyan hatin û îdara Amerîkî ciza li ser wezîrên dadê û navxweyî yên Tirkiyê sepand.

 

S. B