HDP bersiva Erdogan dide

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bersiva gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da û ragihand, Erdogan bo veşartina kirîza aborî û lîstokên xwe êrişî HDPê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bersiva gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan da û ragihand, Erdogan bo veşartina kirîza aborî û lîstokên xwe êrişî HDPê dike.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan duh di mîtînga partiya xwe de êrişî HDPê kiribû û gotibû, yên ku piştevaniya HDPê kirin da ku ew derbasî parlamentoyê bibe, dê hesab bidin.

Piştî vê daxuyaniya Erdogan, hevserokên HDPê Pervîn Bûldan û Sezayî Temelli bi daxuyaniyek nivîskî bersiva Erdogan dan.

Hevserokên HDPê di daxuyaniyê de gotine ku Erdogan bo veşartina kirîza aborî û lîstokên xwe yên siyasî êrişî HDPê dike her wiha 6 milyon kesên ku deng dane HDPê û malbatên wan, ku dike nêzîkî 20 milyon kes, tehdîd dike. Ev jî dûrî çanda siyaseta demokratîk e, loma em vê yekê qebûl nakin.

Bûldan û Temelli her wiha dane xuyakirin ku ewê guh nedin tehdîdên Erdogan û li ser rêça xwe berdewam bin.

 

S. B