Kirîza di nav Amerîka û Tirkiyê de kûrtir dibe
Bi gotina hin jêderên Amerîkî, wê sizayên nû li ser pirojeyên mezin ên wek Kanala Stenbolê, pirên mezin, firîngehên mezin ên Tirkiyê bên sepandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya Bloomberg a Amerîkî ragihand, ku kirîza di navbera Amerîka û Tirkiyê de, wê kûrtir bibe û Amerîka wê sizayan li ser kompaniyên ku mezintirîn pirojeyên Tirkiyê bicî dikin, bisepîne.
Di gotarekê de, rojnameya Bloomberg dibêje: Li gorî zanyarî û daxuyaniyên berpirsên Amerîkî, wê Amerîka derbarê sizayan li ser Tirkiyê gavên nû bavêje.
Bi gotina hin jêderên Amerîkî, wê sizayên nû li ser pirojeyên mezin ên wek Kanala Stenbolê, pirên mezin, firîngehên mezin ên Tirkiyê bên sepandin, ku budceya wan pirojeyan 200 milyar dolar e.
Tê pêşbînîkirin, ku Tirkiye nikaribe xwe li hemberî sizayên Amerîka bigire û çaverê ye, di rûniştina bê, ya doza keşeyê Amerîkî de, herdu alî lihev werin û keşe were berdan.
N.O