PDK û YNK hilbijartinên Kurdistanê guftûgo dikin
Biryar e îro her du polîtburoyên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo gotûbêjkirina pirsa hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta Iraqê dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, biryar e îro her du polîtburoyên PDK û YNKê bo gotûbêjkirina derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartinên dahatî ya Kurdistanê bicivin.
Hewlên derbarê pêkanîna şandeke hevbeş bo Bexdayê berdewam e û berê jî serkirdatiya her du partiyan tekezî li ser beşdarîkirina tevahiya aliyan di danûstandinên ligel Bexdayê de kiribûn.
li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, di civînê de jî PDK û YNKê karnemeyeke hevbeş guftûgo dikin, ji bo bi aliyên Iraqê re beşdarî guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bibin.
Got jî: “Her di wê civînê de, behsa wan hewlên paşxistina hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê tên kirin. PDK di wê civînê de daxwaza ronîkirinên zêde ji YNKê dike.”
S. B