Sê damezrînerên Îyî Partî dest ji partiya xwe vekişandin
Ozcan Yenîçerî, Yusuf Halaçoglu û Newzad Bor ku serkirdeyên MHPê bûn û tevî Meral Akşener Îyî Partî damezrandibûn, dest ji endamtiya partiyê vekişandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ozcan Yenîçerî, Yusuf Halaçoglu û Newzad Bor ku serkirdeyên MHPê bûn û tevî Meral Akşener Îyî Partî damezrandibûn, dest ji endamtiya partiyê vekişandin.
Her sê damezrîneran bi civîneke rojnamevanî sedemên destkêşana xwe aşkerakirin û rexne li Seroka Partiyê Meral Akşener girtin ku di hilbijartinê de biser neketiye, lê serokatiya partiyê berdewam dike.
Yusuf Halaçoglu da xuyakirin, dengên wan ji sedî 20'ê zêdetir in, lê bi Meral Akşener daketiye bin benda hilbijartinê û jiber ku bi pêşengiya Meral Akşener ti pêşketinekê nabînin, wan dest ji partiya xwe vedikişin.
Îyî Partî di 25ê Cotmeha 2017an hatibû damezrandin û Meral Akşener dema biryara damezarindina partiyeke nû da wekî wê hejmarek gelek zêde kes dest ji Partiya Tevgera Neteweperst (MHP) berdan û tevlî partiya nû bûn.
S. B