CHP: Divê Hikûmeta Tirkiyê piştevaniya operasyona Idlibê bike
CHP ji Hikûmeta Tirkiyê dixwaze, ku bi Rûsya û Sûrya re hevkariyê bike û piştevaniya operasyona Idlibê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
CHP hişyariyê dide Hikûmeta Tirkiyê ku heger li Idlibê operasyon destpê bike, cîhadiyên wê deverê wê berê xwe bidin Tirkiyê û ji Hikûmetê xwest ku piştevaniya wê operasyonê bike.
Perlemanterê CHPê Ozturk Yilmaz derbarê siyaseta derve ya Tirkiyê, kongirekî rojnamevanî lidar xist û got, dixwazin derbarê Îdlibê de hişyarî bidin hikûmetê ku, çiqas terorîst, kujer û cîhadî hene hemû li Îdlibê kom bûne.
Da xuyakirin, niha nakokiyên Tirkiyê bi Amerîka re, di astê herî bilind de ne û eger Artêşa Sûryê tevî Rûsya, di vê dema tengav a Tirkiyê de, li Idlibê operasyonê encam bide, hemû cîhadiyên wê deverê wê berê xwe bidin Tirkiyê.
Yilmaz ji Hikûmeta Tirkiyê xwest, bi Rûsya û Sûrya re hevkariyê bike û piştevaniya operasyona Idlibê bike.
N.O