Nauert: Ligel Tirkiye me lihevûdu nekiriye
Peyvdara Wezareta derve ya Amerikayê Heather Nauert ew dengoyên ku, lihevhatinek di navbeyna Amerika û Tirkiye de rû da ye bi derew derxist
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta derve ya Amerikayê Heather Nauert ew dengoyên ku, lihevhatinek di navbeyna Amerika û Tirkiye de rû da ye bi derew derxist.
Nauert ragihand, rastiyek wê nîn e ku, lihevhatin di navnbeyna Waşington û Enqere de pêk hatiye.
Diyarkir ku, Ger lihevhatinek di navbeyna me de çêbûya, niha Keşe Andrew Brunson li male, li Amerika bû.
Krîza di navbeyna Waşington û Enqere de liser rewşa girtina Andrew Brunson kur bû û Amerika hin dorpêç liser Tirkiye sepandin ku, di bazara aborî ya Tirkiye de bandorek berfereh kir û Dolarê Amerîkî beramberî Lireyê Tirkî gihişt asta xwe ya herî bilind.
C.B