Erdogan: Kî hewla têkbirina Tirkiyê bide, dê bacê bide
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ser sizayên Amerîka yên li ser Tirkiyê dibêje, kî hewla jinavbirina Tirkiyê dibe, dê baca wî karî bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ser sizayên Amerîka yên li ser Tirkiyê dibêje, kî hewla jinavbirina Tirkiyê dibe, dê baca wî karî bide.
Serokomarê Tirkiyê di civîna Encûmena Şêwirmendiyê ya AK Partiyê de li bajarê Rîze gotarek pêşkêş kir û ragihand, krîza di navbera Amerîka û Tirkiyê de dirust bûye, ne pirsa Dolar, Euro û zêr e, belkû şerekî aborî li dijî Tirkiyê ye.
Erdogan got, piştî ku derbeya leşkerî ya sala 2015an têk çû, ev sizayên Amerîka yên vê carê hewleke din e ji bo jinavbirina Tirkiyê ye di riya aboriyê re.
Erdogan gef li Amerîka xwar û got: “Ewên hewla têkbirina Tirkiyê bidin, dê baca wê yekê bidin.”
Da zanîn, Tirkiye dê bi pereyên niştimanî bazirganiyê bi Çîn, Rûsya, Îran û welatên din re bike û Tirkiye amade ye jî bi welatên Ewropayê jî wiha bike, heger xwastin ji bin bandora Dolar derkevin.
Erdogan ew yek piştrast kir, Washingtonê moleta ta îro demjimêr 18:00 daye Enqerê ta keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest berde.
Serokê Amerîka Donald Trump duh ragihandibû ku wî baca li ser aluminyûm û pola ji Tirkiye du caran zêde kiriye, ji ber vê bacê jî nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daket.
S. B