Çavuşoglu: Ev ne filmê kowboy e!

Çavuşoglu bi zimanek tund hemberî Trump got: “Amerika divê bizane ev ne filmê Kowboy e”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu liser gotinên Serokê Amerikayê Trump ku: “Tirkiye da nîşandan ku, dostek ne baş e” diyarkir ku, Trump dostên xwe yên rasteqîn nabîn e…

Çavuşoglu herweha anî ziman ku: “Tu şaşîtiyek me çênebûye. Me alîkariya terorîstên ku êrîşî Amerika dikin nekiriye. Pêşkeşkirina bi hezarên loriyan çek ji rêxistinên terorê re dostanî ye? Proseya dadê? Gelo dostanî ev e?

Çavuşoglu bi zimanek tund hemberî Trump got: “Amerika divê bizane ev ne filmê Kowboy e”.

 

 

C.B