Trump çarenivîsa Tirkiyê bi berdana keşeyê Amerîkî ve girê dide

Trump: Ev çendîn sal in Tirkiye mifayê ji Amerîka werdigire, niha jî keşeyê me yê baş desteser kiriye, îro ez dibînim ku pêwîst e ji wî bixwazim ku wek dîlekî niştimanî mezin nûneratiya welatê me bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku Washington wê sizayan li ser Tirkiyê berdwam bike, heya ku keşeyê Amerîkî bê serbest berdan.

Donald Trump li ser Twitter a xwe nivîsiye: Ev çendîn sal in Tirkiye mifayê ji Amerîka werdigire, niha jî keşeyê me yê baş desteser kiriye, îro ez dibînim ku pêwîst e ji wî bixwazim ku wek dîlekî niştimanî mezin nûneratiya welatê me bike.

Trump dibêje: Em bermaberî serbestberdana wî zilamê bêtawan tiştekî nadin Tirkiyê, lê heger wî bernede wê pêwendiyên me li gel Tirkiyê wê aloz bibin.

Bi sedema zindanîkirina keşeyê Amerîkî û çend nakokiyên siyasî, Amerîka çend sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand û ji encama wan, nirxê Lîreya Tirkiyê daket û ziyanên mezin li abûriya Tirkiyê bû.

Di nûtirîn helwest de, berpirsên Tirkiyê daxwza danûstendinên bêmerc ji Amerîka dikin û dixwazin nakokiyan bi gotûbêjan çare bikin.

N.O