Çawîşoglu: Amerîka naxwaze krîzê çareser bike
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu ragihand, Amerîka naxwaze krîza bi Tirkiyê re çareser bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu ragihand, Amerîka naxwaze krîza bi Tirkiyê re çareser bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawîşoglu îro bersiva pirsên rojnamevanan da û got, wisa xuya dike ku Amerîka naxwaze pirsgirêkên xwe bi Tirkiyê re çareser bike. Rêvebriya Amerîkayê li gor armancên xwe yên siyasî tevdigere û krîza digel Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên Amerîkayê bikartîne.
Çawîşoglu careke din banga danûstandinên bi Amerîka re kir û da zanîn ku Amerîka bi gefxwarin û zextan nikare ti encamekê bidest bixe.
Bi sedema zindanîkirina keşeyê Amerîkî û çend nakokiyên siyasî, Amerîka çend sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand û ji encama wan, nirxê Lîreya Tirkiyê daket û ziyanên mezin li abûriya Tirkiyê bû.
S. B