Ji sedî 71 Alman, lidij alîkariya bo Tirkiye ne
Pêşniyara Seroka Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Andrea Nahles a alîkariya aborî bo Tirkiye, di raya giştî ya almanî de neyênî hate pêşwazî kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêşniyara Seroka Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Andrea Nahles a alîkariya aborî bo Tirkiye, di raya giştî ya almanî de neyênî hate pêşwazî kirin.
Hukimeta Almanyayê bi xwe diyarkir ku, di vê demê de pêwistiya Tirkiye ya alîkariya aborî ji Almanyayê nîn e.
Ji aliyê xwe ve rojnameya Die Welt rapirsînek di vê babetê de çêkir. Liser pirsa: “Ger Tirkiye paşgaviyan ber bi Almanya ve bavêje, bila Almanya alîkariya aborî ya Tirkiye bike?” Ji sedî 71 beşdarên rapirsiyê lidij alîkariya aborî bo Tirkiye derketin. Ji sedî 7 raya xwe eşkere nekirin û ji sedî 22 erêkirina xwe diyar kirin.
Di rapirsiyê de 5 hezar û 51 kes beşdarî kirin. Balkêş e ku, endamên hemû partiyên almanî bi zêdebûnek mezin lidij pêşniyara alîkariya aborî bo Tirkiye derketin.
C.B