Kalin: Amerîka rêzê li dadgehên Tirkiyê nagire

Hikûmeta Tirkiyê di derbarê krîza Keşe Andrew Brunson de daxwaza Amerîkayê red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê di derbarê krîza Keşe Andrew Brunson de daxwaza Amerîkayê red kir.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bersiva Şewirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Bolton da û got, doza Andrew Brunson dozeke hikûqî ye û berdewam dike.

Îbrahîm Kalin ku ji “Reuters” re axivîbû got: “Divê Amerîka rêz li pêvajoya dadgehkirinê bigire û daxwazên Amerîkayê nayên qebûlkirin.”

Şewirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Bolton duh gotibû, heger Tirkiye Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson azad bike dê krîza wan jî çareser bibe.

Roja 1ê Tebaxê û bi sedema desteserkirina keşeyê Amerîkî Andrew Brunsin ji aliyê Tirkiyê ve, îdara Amerîkî ciza li ser wezîrên dadê û navxweyî yên Tirkiyê sepandibû.

 

S. B