Neteweyên Yekgirtî dest bi lêkolînê liser Komkûjiya Kurdên Êzdî kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, tîmeke Netewên Yekgirtî taybet bi lêkolînên di komkûjiyên Êzdiyan dest bi lêkolînan dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, tîmeke Netewên Yekgirtî taybet bi lêkolînên di komkûjiyên Êzdiyan dest bi lêkolînan dikin.
Ew tîm bi serperiştiya parêzerê Brîtanî Esad Ehmed Xan e, ji bo belgekirin û lêkolînkirin di wan tawanên ku DAÎŞê li hember kurdên Êzdî kirine de, hatiye pêkanîn.
Beriya niha jî, Neteweyên Yekgirtî ew tawanên li hember Êzidiyan hatibû kirin, bi nêzîkî komkûjiyan binav kiribû.
Niha jî Esad Xan dest bi lêkolînan kiriye û belgeyan li ser tawanbarên DAÎŞê kom dike, bi armanca lêpirsîn û dadgeh kirina wan.
C.B