Perlemantera berê ya HDPê Leyla Bîrlîk li Yûnanê hat girtin
Bîrlîk ji aliyê Dadgeha Sizayên Giran a Şernexê ve, di 4ê Çileya 2017an de hat berdan, lê derbarê wê biryara qedexeya derketina derveyî welat, hatibû stendin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Li gorî medya Tirkiyê, berî niha Hikûmeta Tirkiyê, derketina derveyî sînorên Tirkiyê ji bo Leyla Bîrlikê qedexe kiribû. Lê ew bi riyên neyasayî derbasî Yûnanê bû û ji aliyê polîsên wî welatî ve hat girtin.
Herwiha medya Tirkiyê diyar kir, ku niha Leyla Bîrlîk li Navenda Polîsan a Dedeagaçê, di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de ye.
Hin jêderên nêzîkî Leyla Bîrlîk, zanyarî belav kirine, ku wê mafê penaberiyê ji Yûnanê xwestiye.
Bîrlîk ji aliyê Dadgeha Sizayên Giran a Şernexê ve, di 4ê Çileya 2017an de hat berdan, lê derbarê wê biryara qedexeya derketina derveyî welat, hatibû stendin.
N.O