Putin nêzîkahiya ligel Tirkiye bi erênî dinirxîne
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ragihand, peywendiyên me bi Tirkiyê re hem kûr dibin û hem jî dewlemendtir dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ragihand, peywendiyên me bi Tirkiyê re hem kûr dibin û hem jî dewlemendtir dibin.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin li Koşka Kremlînê ya Moskow pêşwazî li şandek a Tirkiyê ku ji Wezîrê Derve Mewlûd Çawîşoglu, Wezîrê Bergiriyê Hulusî Akar û Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan pêkdihat, kir.
Putin ragihand, peywendiyên me bi Tirkiyê re hem kûr dibin û hem jî dewlemendtir dibin. Her wiha Putin diyarkir, hevkariya me ya bi Tirkiyê re li navçeyê û di mijara aboriyê de bi şêweyek lez û bez zêde dibe.
Di hefteya dawî de, ev çendîn car in Wezîrên Tirkiye û berpirsiyarên hewalgiriyê li hevûdu dicivin. Şîrovekar van hevdîtinên zêde bi rewşa herêmê, bi taybetî siyaseta Suriye ya her du welatan ve girêdidin.
C.B