Nêçîrvan Barzanî behsa pirsa paşxistina hilbijartinên Kudistanê dike

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdisanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand, di demên pêş de şande PDK û YNKê serdana Bexdayê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdisanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand, di demên pêş de şande PDK û YNKê serdana Bexdayê dikin.

Piştî bidawîhatina civîna ligel Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn, Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, bi wan xweş e di wê serdana bo Bexdayê de, aliyên din jî bi wan re bin.

Cîgirê Serokê PDKê got: “Daxwaz dikin hemû aliyên Kurdistanî li Bexdayê li ser hemû pirsan hevnerîn bin.”

Derbarê birêveçûna hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê de got, hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de birêve diçin û ti aliyekî bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye.

Di wê çarçovê de Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn ragihand, hilbijartin mafekî yasayî yê Kurdistanê ye û divê di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçe.

Derbarê çûna Kurd bo Bexdayê de, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ragihand, girîng e li Bexdayê xwedî yek helwest bin û projeyeke me ya hevbeş hebe.  

 

S,. B