Tirkiye xwe nêzîkî Ewrûpayê dike
Gefên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyeyê wisa kir ko Tirkiye careke din xwe nêzikê Ewropayê bike
K-24 Navenda Nûçeyan
Nûçe-Analîz: Murat Ekinci
Gefên Amerîkayê yên li dijî Tirkiyeyê wisa kir ko Tirkiye careke din xwe nêzikê Ewropayê bike.
Enqere ji alîkî ve, xwe ji bo serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî ya bo Almanyayê amade dike, ji alîkî din ve jî hewla çareserkirina pirsgirêkên xwe yên digel Brûkselê dide.
Tam di vê demê de Koma Xebatê a Reforman bi beşdariya Wezîrên Dad, Derve, Darayî û Navxwe yên Tirkiyeyê piştî 3 salan kom bû û pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê hate gengeşekirin.
Lê ev pêvajo wisa hêsan nîn e û li pêşiya Enqereyê astengên ciddî hene.
Lewra Yekîtiya Ewropa di meha Nîsanê de li dijî Tirkiyeyê raporek tûnd nivîsandibû û daxwaz ji Tirkiyeyê kiribû ko di derbarê maf û azadiyên bingehîn û sîstema dadê de çaksaziyan bike. Ewropa bi taybetî rexneyên ciddî li Sîstema nû ya Hikûmeta Tirkiyeyê digre û vê sîstemê bi binpêkirina serbixwebûna erkan tohmetbar dike. Ji ber vê sîstemê, Parlementoya Ewropayê pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê dê bi egerek mezin rawestîne.
Ji xwe daxûyaniya dawî a Serokomarê Fransayê Emanuel Macron jî vê egerê bihêztir dike. Macron gotibû nabe Tirkiye beşdarê Yekîtiya Ewropayê bibe û bo Tirkiyeyê pêşniyara hevpeymaniya stratejîk kiribû.
Wezareta Derve a Tirkiyeyê jî bersiva Macron dabû û gotibû daxûyaniyên Serokomarê Fransayê cihê mixabiniyê ne û ew hêvî dikin Tirkiye di nava Yekîtiya Ewropayê de cihê xwe bigre.
Lê ev hêviyek dûr e. Ji ber ko Hikûmeta Tirkiyeyê di siyaseta xwe ya navxwe de aram nîne û tenê di nav 2 salên dawî de ji zêdetirî 200 hezar kes hatin lêpirsînkirin, nêzikê 100 hezar kes hatin girtin û 129 hezar kes jî jikarhatin dêrxistin. Serde jî dawî li sîstema parlementeriyê anî.
Di siyaseta xwe ya derve de jî bi rojane û aloz tevdigere. Carna dijî Rusyayê xwe nêzikê Ewropayê dike, carna jî dijî Amerîkayê xwe nêzikê Rusyayê dike. Niha jî ji ber gefên Amerîkayê berê xwe daye Almanyayê û Erdogan dê dawiya meha îlonê de li Berlînê digel Merkelê kom bibe. Li gor nûçeyên belav dibin dê daxwaza alîkariya aboriyê ji Merkelê bike. Lê ji sedî 70ê Almanyayê dijî alîkariyê ne. Siyasyên ko piştgirî dikin jî di derbarê maf û azadiyên bingehîn û dadperweriyê de şertên çaksaziyê datînin pêşiya Erdoganî.
C.B