Trump: Erdogan hêviyên min şikand

Donald Trump: Berî niha min ji bo xatirê Erdogan, welatiyeke Tirkiyê azad kiribû, lê Erdogan keşeyê Amerîkî azad nekiriye û hemû hêviyên min şikandiye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump di daxuyaniyekê de ji govara (Bloomberg News) re ragihand, ku serokê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan hêviyên wî şikandiye.

Donald Trump ji wê govarê re got: Berî niha min ji bo xatirê Erdogan, welatiyeke Tirkiyê azad kiribû, lê Erdogan keşeyê Amerîkî azad nekiriye û hemû hêviyên min şikandiye.

Berî niha Erdogan daxwaz ji Trump kiribû, ku bizavan bike, daku  welatiyeke Tirk bi navê Ebrû Ozkan, ku li Israîlê zindanî bû, were azadkirin. Trump jî daxwaza Erdogan bicî anîbû û Israîl ji bo xatirê Trump ew welatiya Tirkiyê azad kiribû. Trump hêvî dikir ku beramberî vê yekê keşeyê wan jî azad bibe, lê Tirkiye red kir ku keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest berde.

Ji aliyê xwe ve, serokê Perlemana Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku pêwendiyên wan û Amerîka gellekî aloz in.

Yildirim dema ji serdana xwe ya Azerbêcanê vegeriya, ji medya Tirkyê re ragihand, ku niha ne Amerîka û ne Tirkiye, nikarin paş de gavan bavêjin û got: Me eşkere li dijî Amerîkayê nerazîbûn nîşan daye û baca vê yekê wê hebe, dibe ku Tirkiye baceke mezin bide, lê ew xwe beramberî Amerîka naçemîne.

N.O