Serok Barzanî û Hevpeymaniya Weteniye pêkanîna hikûmeta Iraqê guftûgo dikin
Bo civîna ligel Serok Mesûd Barzanî, Eyad Elawî, Selîm Cibûrî û Salih Mitleq gihîştin Hewlêrê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Bo civîna ligel Serok Mesûd Barzanî, Eyad Elawî, Selîm Cibûrî û Salih Mitleq gihîştin Hewlêrê.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, şandeke Hevpeymaniya Weteniye ku ji Eyad Elawî, Selîm Cibûrî û Salih Mitleq pêk hatibû gihîşt Hewlêrê û biryar e ligel Serok Mesûd Barzanî derbarê pêkanîna mezintirîn koma parlemantoya Iraqê û hikûmeta nû ya Iraqê guftûgoyê bikin.
Demek e hevpeymanî û aliyên siyasî yên Iraqê derbarê guftûgokirina pêkanîna hikûmeta nû, serdana Herêma Kurdistanê dikin. Îro jî çend şandeyên Iraqî ji bo vê mebestê serdana Hewlêr û Silêmaniyê kirine.
S. B