Li firîngehên Tirkiyê kêşe ji geştyarên Kurd re tên çêkirin

Geştyarên Kurd behsa wê yekê dikin, ku li firîngehên Tirkiyê serederiyeke nexweş li gel wan tê kirin û gellek caran mobaylên wan jî pişkinîn dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Kurdên li derve dijîn, dema ku firîngehên Tirkiyê weke tranzît û bi neçarî bikar tînin, rastî kêşe û pirsgirêkan tên û di egera hebûna ala Kurdistanê, yan her sîbmoleke din ji sîmbolên gelê Kurd, di nav mobaylên wan de, kêşe ji wan re tê çêkirin.

Weke hin ji wan geştyaran behs dikin, li firîngehên Tirkiyê serederiyeke nexweş li gel wan tê kirin û gellek caran mobaylên wan jî pişkinîn dikin.

N.O