Erdogan: Rêkeftina ligel Amerîka ya li ser Minbicê baş birêve naçe
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyar kir ku rêkeftina ligel Amerîka ya li ser Minbicê baş birêve naçe
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyar kir ku rêkeftina ligel Amerîka ya li ser Minbicê baş birêve naçe.
Erdogan piştî vegera ji Kirgizîstanê ji rojnamevanan re axivî û derbarê Minbicê de wiha got, ez dikarim bêjim em ne di wê xalê de ne ya despêkê wezîrê me yê derve ligel Pompeo li ser Minbicê axiviyî. Ev bûyer tê îhmalkirin û divê em vê rastiyê bibînin. Mixabin rêkeftin weke hatî kirin bi başî birêve naçe.
Erdogan got ku di demên pêş de wezîrê derve û yê bergiriyê wê ligel hempîşeyên xwe yên Amerîkî bicivin û hêvîdarim qonaxek nû despê bike. Erdogan diyar kir ku hêvîdarim gavên pêwîst wê ji bo Minbic û Til Rifatê werin avêtin.
Erdogan li ser egera civîna ligel Trump jî got, Trump daxwaza hevdîtinê ji min nekiriye û ew jî vê daxwazê nake.
C.B