Merkel: Piştî helwêsta tund, Tirkiye welatiyên me serbest berda
Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel dibêje piştî axaftinên rijd ên digel Tirkiyeyê, welatiyên wan hatine serbest berdan
K24 – Navenda Nûçeyan
Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel dibêje piştî axaftinên rijd ên digel Tirkiyeyê, welatiyên wan hatine azadkirin.
Merkel ji medyaya Tirkiyeyê re axifî û got li Tirkiyeyê gelek welatiyên Alman zindanî ne û ji bo azadkirina wan dê bi berdewamî hewlên xwe bidin. Berî niha çend welatiyên Almanyayê piştî axaftinên rijd ên digel Tirkiyeyê hatibûn azadkirin. Merkel da zanîn ko hizrên wan û hizrên Tirkiyeyê jihevudu gelek cûda ne û lê dîsa jî girîng e pêwendiyên wan hebe û ew lihevbikin.
Sala borî piştî zext û gefên Almanyayê, Tirkiye neçar mabû Rojnamevan Denîz Yucel, Wergêr Meşale Tolu û Parêzvanê Mafê Mirovan Pîtir Şitayna azad bike.
C.B