Albayrak: Divê cîhan xwe ji hêza aboriya Amerîkayê biparêze

Wezîrê Darayî û Gencîneyê yê Tirkiyê Berat Albayrak dibêje, divê cîhan xwe ji hêza aboriya Amerîkayê biparêze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Darayî û Gencîneyê yê Tirkiyê Berat Albayrak dibêje, divê cîhan xwe ji hêza aboriya Amerîkayê biparêze.

Wezîrê Darayî û Gencîneyê yê Tirkiyê Berat Albayrak ji kovara “Foreign Policy” re gotarek nivîsand û da zanîn, Serokê Amerîkayê bêhincet û bêsedem êrîşê Tirkiyê kiriye û divê cîhan xwe ji hêza aboriya Amerîkayê biparêze.

Herwiha nivîsiye, Mirov nikare bawerî li Amerîkayê re bîne ko ew aboriya cîhanê bi rê ve bibe. 

Amaje bi wê jî kir, Amerîka tenê êrîşê Tirkiyê nake û gef li welatên din jî dixwe. Ev siyaseta Amerîkayê dikare cîhanê ber bi krîzekê ve bibe û divê cîhan xwe ji Amerîkayê biparêze.

Bi sedema zindanîkirina keşeyekî Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve, pêwendiyên di navbera Washington û Enqerê de, aloz bûn û Amerîka sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepand, ku di encama wan de nirxê Lîreya Tirkiyê beramberî Dolar daket û vê yekê ziyanên mezin li Abûriya Tirkiyê kir.

Berî demekê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan pêşniyar kir, divê welatên cîhanê ne bi Dolara Amerîkî, belkû bi pereyên xwe yên neteweyî bazirganiyê bikin, ji ber ku Dolara Amerîkî li pêşiya baziraganiya navnetewî bûye astengî.

 

S. B