Heşda Şeibî Konsolxaneya Amerîkî bi tundiya li Besrayê tometbar dike
Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şeibî Konsolxaneya Amerîkî ya li Besrayê tometbar dike, ku li pişt xwepêşandan û tundiyên li Besrayê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şeibî Konsolxaneya Amerîkî ya li Besrayê tometbar dike, ku li pişt xwepêşandan û tundiyên li Besrayê ye.
Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şeibî Ebû Mehdî Muhendis di konferanseke rojnamevnî de ragehand, şewitandina binkeyên Heşdî Şeibî yên li Besrayê bi fermana aliyek diyar ve pêk hatiye.
Ebu Mehdî Muhendîs gef li hemû wan aliyan xwar ku beşdarî şewitandina binkeyên Heşdî Şeibî yên li Besrayê bûne û got: ‘’Emê pir bi cidî li gel wan danûstanê bikin ku Heşdî Şeibî kirin armanca êrîşê û me destpê jî kiriye.’’
Muhendîs got, ez piştrast im ku konsolxaneya Amerîkayê ya li Besrayê pişt wan xwepêşandan û nerazîbûn û şewitandina binkeyên Heşdî Şeibî ye û ragehand, “Emê vê derbarê de belge û zanyariyên temam aşkera bikin.”
Ji hefteya bûrî ve xwepêşandanên li Besrayê berferehtir bûn û hejmara qurbaniyan jî zêde bû û baregeh û dezgeh hatin şewitandin, ji nava wê jî Konsolxaneya Îranê jî şewitandin.
Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di hefteya bûrî de di xwepêşandanên Besrayê de 15 kes hatin kuştin û 190 kesên din jî birîndar bû.
S. B