Bexda hêzeke mezin li parêzgehên Başûr û Navenda Iraqê kom dike
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Bexdayê ragihand, ku îro nîvro Hikûmeta Iraqê hêzeke serbazî mezin ji Bexdayê, ber bi parêzgehên Besra, Necef, Zîqar û Semawe ve şand.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Bexdayê ragihand, ku îro nîvro Hikûmeta Iraqê hêzeke serbazî mezin ji Bexdayê, ber bi parêzgehên Besra, Necef, Zîqar û Semawe ve şand.
Got jî: Armanc ji şandina wê hêzê ew e, wan kesan desteser bikin ku karên şewitandin û xerabiyê dikin.
Berî niha, ji ber bikaranîna hêzê li dijî xwepêşanderan li parêzgehên başûrê Iraqê û bi taybetî li Besra, bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin, herwiha Serok Barzanî û Netewên Yekgirtî û Amerîka bikaranîna hêzê li dijî xwepêşanderan şermezar kirin û piştevaniya xwe ji daxwazên xwepêşanderan re dan xuyakirin.
N.O