Tirkiye nahêle ard derbasî Herêma Kurdistanê bibe

Çend rojan berî niha Wezreta Bazirganiya Tirkiyê bi bihaneya bilindbûna nirxê ard, hinartina ard ji bo derveyî Tirkiyê qedexe kiribû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Komaleya Pîşesazên Ard ên Dicleyê (Veysî Duran) ragihand, ku li deriyê sînorî yê Xabûrê 1000 tirêle ard li deriyê sînor a Xabûrê hatine rawestandin û Hikûmeta Tirkiyê rê nade ku ew tirêle derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Bi gotina Veysî Duran: Li Tirkiyê pirisgirêka ard tine ye û astengkirina hinartina ard, wê bibe sedema bêkariyê û xelkê Bakurê Kurdistanê wê xwe li bajarên Tirkiyê bigirin.

Ji ber vê yekê daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê hat kirin ku astengkirina hinartina ard bidawî bîne.

Çend rojan berî niha Wezreta Bazirganiya Tirkiyê bi bihaneya bilindbûna nirxê ard, hinartina ard ji bo derveyî Tirkiyê qedexe kiribû.

N.O