MSD besiva gefên Rohanî dide
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, ji ber ku ti rêkeftin derbarê Idlibê de li Taranê çê nebû, Îran gefê li rojhilatê çemê Ferêt dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihîne, ji ber ku ti rêkeftin derbarê Idlibê de li Taranê çê nebû, Îran gefê li rojhilatê çemê Ferêt dixwe.
Hevserokê MSDê Riyad Dirar ji malpereke opozîsyona Sûriyê re derbarê gefên Serokê Îranê yên êrîşkirina ser navçeyên ku di destê HSDê de ne got, ew gefên Îranê ji encama serneketina wê û hevalbendên wê ne, ku nekarîn li ser Idlibê bigihin rêkeftinekê.
Riyad Dirar amaje bi wê jî, ew guh nadin wan gefan, ji ber Îranê dê nikarebe wan gefan cibicî bike.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî roja 7ê vê mehê di Lûtkeya Tehranê a ligel Rûsya û Tirkiyê de gotibû, qonaxa piştî Idlibê dê rojhilatê çemê Ferêt be.
S. B