Tirkiyê 102 "Kudetaçiyên" din desteser dike

Tirkiyê fermana desteserkirina 102 "Tometbaran" daye, ku pêwendiya wan bi "Kudetaya" sala 2016an ve heye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Tirkiyê fermana desteserkirina 102 "Tometbaran" daye, ku pêwendiya wan bi "Kudetaya" sala 2016an ve heye.

Li gorî nûçeyeke rojnameya Washington Post, ew 102 kes, ku çend efserên serbazî di nav wan de hene, bi tometa endamtiyê di girûpa Fethella Gulen de, biryara girtina wan derketiye.

Ji aliyê xwe ve Ajansa Anadol eşkere kiriye, ku heya niha 56 kes ji 102 kesan hatine girtin.

Hin ji wan "tometbaran", xwediyên pileyên serbazî ne, ku ji 13 efserên pilebilind, 71 serbaz û 18 endamên nihên ên Tevgera Gulen pêk tên.

Heya niha, bi tometa beşdariyê di "Kudetaya" sala 2016an de, 77 hezar kes li Tirkiyê hatine girtin û 130 hezar kesên din ji kar hatine dûrxistin.

Pêştir jî Fethella Gulen red kiribû ku destê wî di kudetaya li dijî Erdogan de hebe.

N.O