Parlemantoya Iraqê Desteya Serokatiyê hildibijêre
Biryar e îro parlemantoya Iraqê bo hilbijartina Serokê Parlemantoyê û du cîgirên wî bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro parlemantoya Iraqê bo hilbijartina Serokê Parlemantoyê û du cîgirên wî bicive.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, biryar e îro parlemantoya Iraqê bo hilbijartina Serokê Parlemantoyê ku ji pişkê pêkhateya Sune ye, bicive.
Da zanîn jî, ta niha Sune li berbijarkirina kesekî yekalî nebûne, ji bilî Mihemed Helbos ku berbijarê Hevpeymaniya Weteniye ye, 8 berbijarên din jî bo wê postê xwe berbijar kirine.
Hilbijartinên parlemantoya Iraqê roja 12ê Gulana bûrî birêve çû, Di 3ê Îlonê de yekem civîna xula çarem a parlemantoya Iraqê birêve çû, lê ta niha desteya serokatiyê nehatiye hilbijartin.
Herwiha ta niha jî mezintirîn koma parlemantoyê nehatiye ragihandin, ta dest bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bike.
S. B