Kurd û Sunne û Şî'e li ser Serokwezîrê nû lihev kirine
Jêderekî Iraqî ji kenala RT a Rûsî re tekez, ku cîgirê berê yê Serokê Iraqê (Adil Ebdilmehdî), nêzîktirîn kes e ji bo serokatiya wezîrên Iraqê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Jêderekî Iraqî ji kenala RT a Rûsî re tekez, ku cîgirê berê yê Serokê Iraqê (Adil Ebdilmehdî), nêzîktirîn kes e ji bo serokatiya wezîrên Iraqê bike.
Wî jêderî ku serkirdeyekî Şî'e ye û nexwestiye navê wî eşkere bibe ji RT diyar kir, ku rikberiyeke dijwar di navbera Adil Ebdilmehdî û hejmarek ji kesatiyên din de hebû, lê rêketineke Kurdî, Sunnî, Şî'î çêbû, ku postê serokwezîr radestî Ebdilmehdî bikin.
Heman jêderî got jî: Hemû rêkarên pêwîst li ser vê pirsê yekalî bûne, tenê Ebdilmehdî li bendî razîbûna lêvegera bilind a Şî`eyên Iraqê (Elî Sîtsanî) maye.
Herwiha wî jêderî zelal kir, ku Ebdilmehdî ji kutleyên siyasî re gotiye: Ez ti carî wî postî wernagirim, heger lêvegera bilind (Elî Sîstanî) li ser razî nebe.
N.O