Soylu: Zivistaneke gelekî dijwar li pêşiya PKKê ye

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu radigihîne, di encama operasyonên wan de henaseyeke dawiyê ya PKKê maye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu radigihîne, di encama operasyonên wan de henaseyeke dawiyê ya PKKê maye û Zivistaneke gelekî dijwar li pêşiya PKKê ye.

Soylu li bajarê Çankiriyê axivî û careke din gef li PKKyê xwar û got: “Êdî henaseya dawî ya PKKyê maye. Me lîsteya bi reng a endamên PKKê girt destê xwe û em wan yek û yek jê dibin.”

Got jî: “Ez ji bajarê Çankiriyê dibêjim, Zivistaneke gelekî dijwar li pêşiya PKKê ye. Me hemû amedekariyên xwe kiriye. Me sala borî ji lîsteya bireng 63 endamên PKKê bêbandor kiribû. Îsal ku hê sal dawî nebûye, ji lîsteya bireng 65 endamên PKKê hatin bêbandorkirin.” 

 

S. B