Tirkiye: Nexşerêya Minbicê dereng dikeve

Serokkomariya Tirkiyê bang li Amerîkayê dike: Bila rêkeftina Minbicê dereng nemîn e û di zûtirîn dem de were cihbecihkirin

K24 – Navenda Nûçeya

Serokkomariya Tirkiyê bang li Amerîkayê dike: Bila rêkeftina Minbicê dereng nemîn e û di zûtirîn dem de were cihbecihkirin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di kombûna rojnamevanî de diyar kir ku, cihbecihkirina rêkeftina Menbicê dereng ketiye. Divê Amerîka guh bide dilgiraniya Tirkiyê û nexşereya Menbicê bibe serî.

Kalin got: “Gelek girîng e nexşerêya Menbicê cihbecih bibe. Li gor rêkeftina me û Amerîkayê, me 90 roj danîbû pêşiya xwe. Divê ev nexşerê dereng nekeve. Ev mesele ji bo baweriya pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê girîng e. Em ji Amerîkayê çavere dikin ko nexşerêya Menbicê wekî ko hatiye pilankirin bibe serî. Em wekî Tirkiye çi ketibe li ser milê me, heta niha me kiriye û em ê bikin jî”.

 

C.B